Artêşa Lîbyayê: Tu cihê Tirkiye û Qeterê li Lîbyayê tune ye

Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê gef li Qeter û Tirkiyê xwarin ku ew ê zirarê bigihîne wan û careke din her du welat bi desteka terorê li Lîbyayê tawanbar kirin û tekez kir ku cihê Tirkiye û Qeterê di Lîbyayê de tune ye.

Navenda ragihandina odeya çalakiyan a El-Keramê ya girêdayî artêşê duh ragihand ku balafirên asmanî balafireke bêpîlot a Tirkiyê dema ku yekîneyên bejahî yên hêzên artêşê li Wadî El-Rebî başûrê Terablûsê dikirin hedefa xwe, anî xwarê.

Her wiha destnîşan kir ku ev balafir ji baregeha Miêtîqiyê derket.

Rojnameya Şerq El-Ewset ragihand ku di daxuyaniyê de Tirkiye û Qeter tawanbar kirin ku her du dewlet di desteka çekdarên Îxwan de dewam dikin, her wiha diyar kir ku ev kiryar biryarên NY`yê û Meclisa Ewlehiyê binpê dike.

Ragihandina şer a girêdayî Artêşa El-Wetenî wiha got: "Tu cihê Tirkiyê û Qeterê li Lîbyayê tune ye." Her wiha soz da ew ê bersivê bide.

(jo)


Mijarên Din