​​​​​​​Artêşa Libyayê: Tu eleqeya me bi hedefgirina navendên biyanî re nîne

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku elaqeya wê bi hedefkirina sefaret û şaneyên biyanî yên li Terablusê nîne û got, ev kiryar li dijî belge, qanûn û pîvanên navdewletî ne.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de got: "Di pêşdeçûnên ber bi Terablusê de Fermandariya Gitşî ya Hêzên Çekdar ên Erebî ya Lîbyayê bi awayekî zindî soza parastina navendên xebatên doplomasî mîna sefaretên biyanî, navendên deste û şandeyên navdewetî yên li paytextê her wiha şirîketên biyanî û saziyên navdewletî da."

El-Mismarî her wiha got: "Tiştê ku me duh dît ku li Terablusê hin sefaret hatin hedefkirin di vê çarçoveyê de tê. Li ser vê yekê fermandariya giştî red dike ku ji aliyê wê ve tu kiryarên wiha pêk nehatiye, ev kiryar li dijî belge, qanûn û pîvanên navdewletî ne."

El-Mismarî bi domdarî got: "Em dixwazin bînin bîra her kesî ku di dirêjehiya salên borî de anku beriya Operasyona Tofana Kerama destpê bike, sefaret û şandeyên biyan  bûne hedef û kiryarên dizî û talankirinê ji aliyê milîsên li paytextê ve."


Mijarên Din