Artêşa Misrê: Li başûrê Sînayê 2 terorîst hatin kuştin

Artêşa Misrê ragihand ku li başûrê Sînayê 2 terorîst hatin kuştin û 3 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Artêşa Misrê bi daxuyanyekê de ragihand ku di hewldan êrîşekê ya komeke çekdar a li dijî  benda kontrolê ya herêma Iyon Mûsa ya başûrê Sînayê de 2 terorîst hatin kuştin û 3 endamên Hêzên Ewlehiyê birîndar bûn.

Artêşa Misrê di daxuyaniyekê de ragihand ku, "Kesên terorîst roja Înê di saetên serê sibehê de  li herêma Iyon Mûsa nuqteyên kontrolê yên hêzên ewlehiyê kirin hedef. Lê ji ber hişyarbûna hêzên me hewldan negihişt serî. Hêzên me gule li wan reşandin û du kes ji wan kuştin, her wiha bombeyek li gel wan bû, desteser kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 3 endamên Hêzên Ewlehiyê birîndar bûn.


Mijarên Din