Artêşa Misrê êrişa li ser Sînayê têk bir

Li gorî daxuyaniya hêzên çekdar, hêzên çekdar ên Misrê êrişa endamên tundraw li ser nuqteyeke ewlehî li herêma Bîir El-Ebid a bakurê Sînayê têk bir û 18 terorîst kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên çekdar êrişa bi erebeyên bombebarakirî têk bir, piştre hêzên dabînkirina bicihanîna ewlehiyê (hêzên teimîn a irtîkazê ewlehiyê) bi hevkariya hêzên asîmanî bi ser "endamên tundraw" de li hundirê mezreyekê û hin malên vala de girtin. Di encamê de 18 ji wan kuştin.

Hêzên çekdar ên Misirê piştrast kir ku di kedên dabînkirina tevahî aliyên stratejîk ên dewletê  de, her wiha di têkbirina damarên teror, qelandin, peydakirina ewlehî û aramiyê ji gelê Misirê de, berdewam in.

(fr)


Mijarên Din