Artêşa Neteweyî: Tirkiyê efseran dişîne Terablûsê

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ku Xelîfe Hefter serkêşiyê wê dike, Tirkiyê tewanbar kir ku efseran dişîne Terablûsê ji bo ku komên çekdar li ser tankên şer ên Tirkiyê şandine, perwerde bike.

Navenda Ragihandina Şer a Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê li ser malpera xwe Facebookê dîmenk belav kir. Di dîmen de diyar dibe efserekî Tirkiyê çekdaran li ser tankên şer ên Tirkiyê ku di demên dawî de gihaştin Lîbyayê, perwerde dike. Li gorî navendê ev dîmen di telefona destan a girtiyekî de hate dîtin.

Navenda Ragihandina şer li ser malpera Facebookê wiha nivîsand: "Piştî ku serokê Tirkiyê piştgiriya xwe bi Îxwan El-Mislimîn li Lîbyayê re ragihand, gelek efserên artêşa Tirkiyê gihaştin da ku odeya çalakiyên leşkerî ava bikin û komên çete yên ku ji dervayî welêt bi rêya Tirkiyê hatine, perwerde bikin. Efserên Tirkiyê yên çete, komên çekdar li ser çek û panzêrên ku hikûmeta Tirkiyê şandine, perwerde dikin."

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê 4‘ê Nîsanê operasyoneke berfireh ji bo "Paqijkirina paytexa ji terorîstan" daye destpêkirin, Tirkiyê jî destekê dide hikûmeta Wîfaq Wetenî ya Lîbyayê.

 


Mijarên Din