Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê xetertirîn çeteyên DAIŞ`ê girt

Dewleta Tirk a dagirker şandina çeteyên ji Sûriye ji bo Lîbayayê dewam dike. Vê sibê jî, 301 çeteyên din ên Sûriyê gihîştin Lîbyayê.

Tora El-Erebiye Net ji çavkaniyên xwe ragihand ku berbanga vê sibê , du balafir ji Tirkiyê  bi rê ketibû û li Lîbyayê daketin ku tê de 301 çeteyên ji Sûriyê hebûn. Heman çavkaniyan piştrast kir ku hin rêwiyên herdu balafiran bi zimanê Erebî nediaxivîn, lê belê nehat zanîn ka bi çi zimanî diaxivin.

Ji aliyekî din ve, artêşa Lîbyayê şeva yekşemê piştrast kir ku li bargeha Yermûk 100 çete hatin kuştin û 22 çeteyên din jî dîl hatine girtin.

Di heman demê de, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan çeteyekî DAIŞ`ê yê bi navê Mihemed El-Riwêdanî ku bi Ebû Bekir El-Riwêdanî tê naskirin û li kêlek hêzên El-Wîfaq şer dike, girt. Artêşa Lîbyayê, El-Riwêdanî wekî xetertirîn çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriye derbasî Lîbyayê bûye, binav kir.

kc


Mijarên Din