Artêşa Îsraîlê 12 welatiyên Filistînê girtin

Vê sibê artêşa Îsraîlê 12 welatiyên Filistînê, di hemleya serdegirtina li li Difa El-Xerbiyê de, gitin, her wiha artêşê gule li masîgir û cotkarên Xezayê reşandin. 

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe spart  çavkaniyên Filistînê got: "Artêşa Îsraîlê 12 welatiyên filistinî ji herêmên cuda ji yên Difa El-Xerbiyê  piştî ku mal û milkên wan wêran kirin girtin".

Her wiha nûçegihanê me destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê li daketin û têketinên herêmên cuda ji Difa El-Xerbiyê, bendên kontrolê, da ku welatiyên filistînî kontrol bike daniye.

Di vê der barê çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku artêşê kesên ku bi îdîayîn kirina çalakiyên li dijî artêşa Îsraîlê giritne.

Li Xezayê jî nûçegihanê me ragihand ku, artêşa Îsraîlê gule li cotkarên ku nêzî sînor dixebitin  û masîgiran reşandin.

Tê zanîn ku duh artêşa Îsraîlê 3`yê masîgir girtin û dest danîn ser alavên ku pê kar dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din