Artêşa Îsraîlê 2 polîsên Filistînê birîndar kirin

Îro di saetên sibê de piştî êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî navendeke polîsên Filistînê li bajarê Nablusê, 2 polîsên Filistînê birîndar bûn, her wiha 18 filistînî hatin destgîrkirin.

Îro di saetên sibê de artêşa Îsraîlê bi ser navendeke polîsên Filistînê de girt. Di encamê de 2 polîsên Filistînê birîndar bûn, her wiha 18 filistînî hatin destgîrkirin. Parêzgerê bajarê Nablusê Îbrahîm Remedan ji ajansa fermî ya Filistînê ya bi navê Wefa re diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji nişka ve derdora navenda polîsan dorpêç kir, belasebeb gule berdan û di encamê de 2 polîs birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku guleyên ku ji aliyê hêzên wan ve ber bi endamên ewlehiyê yên Filistînê ve dema bi ser bajarê Nablusê de girtin, bi şaşî çêbû.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên Îsraîlê li Nablusê xelek digirtin, endamên ewlehiya Filistînê bi guleyan bi şaşî kir hedef û di encama wê de 2 polîs birîndar bûn.

Çavkaniyan ji nûçegihanê ANHA’yê re diyar kir artêşa Îsraîlê piştî ku bi ser malên welatiyan de girtin, mal û milkên wan bê ser û ber kirin û 18 filistînî destgîr kirin.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku di nava kesên hatin girtin de 2 zarok û berpirsek ji tevgera Hemasê hene.

(bx)

ANHA


Mijarên Din