Artêşa Îsraîlê 20 welatiyên Filistînê girtin

Vê sibehê artêşa Îsraîlê li Difa El-Xerbiye 20 filistînî girtin. Her wiha artêşê cotkar û masîvanên Xezayê dema ku li ser karê xwe bûn, kirin armanc.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Filistînê, ragihand ku artêşa Îsraîlê, li Difa El-Xerbiye 20 kesên filistînî girtin û li têketina bajarê Difa El-Xerbiye da ku welatiyên Filistînê kontrol bike, bendên kontrolê danîne.

Çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku artêşa Îsraîlê kesên ku bi îdiayên sûcdariya li dijî artêşa rabûne, girtine.

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku artêşê dema ku cotkar û masîvanên li Xezayê li ser karê xwe bûn, gule li wan reşandin. Di encamê de ziyan gihîştin alavên wan.

Tê zanîn ku artêşa Îsraîlê rojane masîvan û cotkarên Xezayê dike hedef, her wiha li Difa El-Xerbiye jî bi awayekî rojane hemleyên girtinê hene.

(eh)

ANHA


Mijarên Din