Artêşa Îsraîlê 25 welatiyên Filistînê binçav kirin

Vê sibê artêşa Îsraîlê di pêngavên serdegirtinê yên li herêmên cuda ji Dufa El-Xerbiyê de, 25 welatiyên Filistînê binçav kirin. Desteya Weşanê ya Îsraîlê ‘Kan’ îdia kir ku serokên partiyên muxalîf ên Îsraîlê duh êvarê da ku hikumeta Benjamin Netanyahu ji ser desthilatê rakin, li hev civiyane.

Nûçegihanê ajansa me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Filistînê yên li Dufa El-Xerbiyê, ragihand ku artêşa Îsraîlê di pêngava serdegirtinê de vê sibê 25 welatiyên Filistînê binçav kirin, di nav wan de fermandarên tevgera Hemasê jî hene.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku artêşê piştî welatî binçav kirin, mal û milkên wan bi îdiaya ku ev ji bo çalakiyên li dijî artêşê ne, desteser kirin.

Di vê derbarê de artêşa Îsraîlê got wan kesên ku beşdarî çalakiyên li dijî arêştê bûne, binçav kirine.

Partiyên opozîsyonê li dijî Natanyahu kom dibin

Her wiha kanala "Kan" a Îsraîlê got: "Ji bo amadekariyên hilbijartinên Îsraîlê yên bê, serokê koalîsyona "Ezreq Ebyet" a muxalîf, Benny Gantz bi serokê "Partiya Umal" Amir Peretz re, da ku di navbera xwe de koordîneyekê bi armanca serokwezîr Benjamin Netanyahu ji desthilatê rakin, li hev civiyane.”

Di vê derbarê de kanalê li ser zimanê Peretz got: "Nabe partiyên komik ên navîn û çepgir li benda hev bin, Lê divê balê bikişînîn ser armanca xwe ya hevbeş ku ew jî hilweşandina hikumeta Netanyahu ye."

Her wiha Peretz got ew ê di vê hefteyê de bi seroka partiya ‘Tevgera Tesîpî Lîfinî’ re bicive, her wiha dê bi cîgira berê ya seroka patiyê Guessher Orlî Lîfî re da ku  der barê lîsteya hevbeş a hilbijartinan de bigihîjin hevpeymanekê, bicive.

Tê zanîn ku hilbijartinên Îsraîlê yên nû dê di Îlona bê de werin lidarxistin, ev jî piştî ku Netanyahu nikaribe hikumeteke nû ava bike, pêk hatin.

(eh)


Mijarên Din