Artêşa Îsraîlê 3 ciwanên filistînî kuştin

Di operasyona serdegirtinê ya artêşa Îsraîlê ya li bajarê Nablus ê li bakurê Dîfa Xerbiyê de, 3 ciwanên fîlistinî hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên tenduristiyê yên ji Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê bi ser bajarê Nablus ê Dîfa Xerbiyê de girt û di encamê de 3 ciwanên filistînî hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn ku rewşa hinekan giran e.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan bi operasyonekê li bajarê Nablus hin kesên tên xwestin, kuştine.

Di operasyona serdegirtinê de, di navbera artêşa Îsraîlê û çekdarên filistînî de şer derket.

Her wiha komên Filistînê her sê ciwanên hatine kuştin bi bîr anîn û soza bersivdayînê da.

(dm)


Mijarên Din