Artêşa Îsraîlê 3 filistînî kuştin

Artêşa Îsraîlê 3 filistînî li ser sînorê bakurê Xezayê dema ku hewl didan di sînor re derbas bibin, kuştin.

Artêşa Îsraîlê bi tank û balafirên şer li ser sînorê bakurê Xezayê 3 filistînî kuştin û yek bi giranî birîndar kirin.

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku hêzên Îsraîlê bi çekên giran cihên li bakurê bajarokê Bêt Lehya kirin armanc.

Nûçegihanê me yê Xezayê ji çavkaniyên filistînî ragihand ku tîmên tenduristiyê îro sibehê cenazeyên 3 kesan û kesekî bi giranî birîndar bûbû, ji cihê bûyerê yê li rojhilatê bajarê Bêt Lehaya yê bakurê Xezayê rakirin.

Her wiha nûçegihanê me got: "Bûyera leşkerî, piştî demeke kin ji avêtina moşekan ji Xezayê ber bi bajarokên Îsraîlê ya nêzî Xezayê pêk hat."

Artêşa Îsraîlê jî got wan êrîşî şaneyeke leşkerî kiriye û destnîşan kir ku sîstema parastina asmanî bersiva moşekên ku ji Xezayê hatin, da.

Çavkaniyên ji Îsraîlê ragihand ku serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu civînên dan û standinên ewlehiyê der barê avêtina moşekên ji Xezayê de li dar dixe.

 


Mijarên Din