Artêşa Îsraîlê 6 filistînî girtin

Îro artêşa Îsraîlê di serdegirtina herêmên cuda ên li Dufa El-Xerbî de, herî kêm 6 filistînî girtin, her wiha hêzên artêşê êrîşî cotkar û masîgirên Filistînê yên li Xezayê kir.

Çavkaniyên Filistînê da zanîn ku artêşa Îsraîlê, piştî ku bi ser malan de girt, mal û milkên wan wêran kirin û hêrî kêm 6 kesên filistînî girtin.  

Çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku artêşê kesên ku girtine, ji ber ku çalakiyan li dijî artêşê li dar xistine.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Filistînê, diyar kir ku artêşê bendên leşkerî li têketinên gelek bajarokên parêzgeha Xelîl a girêdayî Filistînê û li pêşiya dibistanên Filistînê danîne.

Her wiha li Xezayê nûçegihanê me got artêşa Îsraîlê ji ser sînor, dema ku cotkar di zeviyên xwe de dixebitîn, êrîşî wan kir û milkên wan xerab kirin. Her wiha masîgirên Filistînê dema ku li Deryaya Xezayê karê xwe dikir ji aliyê artêşê ve rastî êrîşê hatin û masîgir neçar man ku bi paş de vegerin.

Artêşa Îsraîlê rojane êrîşan dibe ser masîgir û cotkarên Filistînê yên li Xezayê, her wiha li Dufa El-Xerbî jî bi îdiayên cuda girtin berdewam e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din