Artêşa Îsraîlê 7 filistînî binçav kirin, Xeza xala hesas a Netanyahu ye

Artêşa Îsraîlê di operasyonên serdegirtinên li herêmên cuda yên li Dufa El-Xerbiyê û bajarê Qudisê de 7 filistînî û ji nav jî malbateke heye bin çav kirin. Li rexê jî wezîrê Îsraîlê yê berê got, Xeza ji bo serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu xala lawaztiyê ye.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyê Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê 7 filistînî bin çav kirin . Di nav de 4 kes ji malbatekê ne li Qudisê, lê girtiyên din jî ciwanek ji El-Dufa El-Xerbiyê ye û 2’yen din bi dizî di sînora Xezayê re derbas bûn .

Çavkanî lê zêde kir ku artêşa Îsraîlê milkên taybet ên girtiyan desteser kirin. Lê çapemeniya Îsraîlê der barê rewşên kesên binçavkirine de tu agahî aşkere nekirin.

Li aliyekî din jî wezîrê berê yê Îsraîlê Yossî Beilin da zanîn: " Qada siyasî û partiyên Îsraîlê bi sedama siyaseta xwergirtinê ku der barê rewşên li Xeza û Tevgera Hemas de derdikevin, rexneyên tund li Serokê hikumetê Benjamin Netanyahu kirin.

Yossî Beilin ê li gelek cihan hatibû erkdarkirin weke Knesset, hikumet û Wezareta Dadgehê, di gotara xwe de ya di rojnameya Îsraîlê ya îro de nivîsîbû,  lê zêde kir ku rewşa niha li Îsraîlê tê jiyankirin dijwar e bê şîrovekirin e. Beriya 14 salan serokê hikumeta berê Ariel Sharon bi awayekî yekalî biryara vekişîna ji Xezayê stand beyî ku tu peymanan bi hikumeta Filistînê re ya bi serokatiya Mehmûd Ebas re pêk bîne. Her wiha nehat zanîn ku piştî vekişîn dê çi bibe."

Her wiha Yossî Beilin îşaret pê kir  ku "Hilkişîna Hemas hilbijartinên qanûnsaziyê yên Filistînê û piştre serwerkirina li ser Xezayê di 2007’an de, Xeza vegerand dikeya roketan a ber bi Îsraîlê ve û Îsraîlê jî bersiva ferzkirina çembera tund li dijî Xezayê da. Niha jî berteka Hemas û komên Filistînê ew e gurkirina avêtina roketan li ser Îsraîlê da ku neçar bimîne çemberê rake."

Yossî Beilin ji navdarên Partiya Xebatê, serokê partiya Meretz û ji rêveberên Oslo ya bi filistiyan re ye diyar kir ku îro diyar e operasiyona leşkerî ya Îsraîlê ya berfireh ji bo serweriya li Xezayê yan jî hin parçeyên daxwaz li gor raya giştî ya Îsraîlê bike, pêk bê. Lê belê xeterî di berdêldayînê de ye. Nexasim dê Îsraîl milyonek mirov li Xezayê debar bike. Ji vê jî girîntirîn dê rastî zirarên mirovî di vê operasiyona leşkerî de were. 

Berdewama mijarê Yossî Beilin lê zêde kir ku Natanyahu bi van barên aborî û xeteriyên mirovî agahdar e. Ji lew re ji Adara 2018’an de di dema meşên filistiyan li ser sînorê Xezayê pêk hatine de hewl dide çareseriyên stratejîk bibîne. Hin ji wan çareseriyan jî aliyên xwe yên bersivdanê kêm in û hin jî Hemas tê de dibe serwer tevî ku Natanyahu xwediyê sembola hilbijartinî ya lihevnekirina bi Hemasê re di dirêjahiya salên borî de bû.

Di berdewamiya axaftina xwe de Yossî Beilin wiha pê de çû ku Natanyahu beriya lidarxistina hilbijartinên bê ku Xeza xala hesas a dijwar e ku tê de çepgir û rastgir hene û li dijî wî disekinin û ew jî siyaseta xweragirtinê li hember dimeşîne. Heta li aliyekî din jî îsraîlê agahiyên der barê agirbestê de ji berdevkên Hemas dibihîzin, ji ber berdevkê leşkerî yê Îsraîlê bê deng e û naaxive.

Yossî Beilin wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dem hat ku serokê hikumetê bi ziman û dengê xwe biaxive û agirbesta bi Hemasê re yan jî negihişt tu serkeftinê ragihîne, li xwe mukir were ku diyalogan bi Hemasê ya ku serweriya Xezayê dike re, pêk tîne û serê veneşêre. Divê fermî bê ragihandin ku em di rêya danûstandinên demdirêj bi Hemasê re li ser agirbestê yan jî çareseriyeke siyasî der barê hikumeta Filistînê û rewşa wê ya giştî de ne bi sponseriya Misrê. Berovejî wê bêdengiya daîm a Natanyahu der heqê Xezayê de dê bibe sedema pirsgirêkê."

(fr)

ANHA


Mijarên Din