Artêşa Îsraîlê 7 welatiyên Filistînê girtin

Di pêngava serdegirtinên ku artêşa Îsraîlê li herêmên cuda yên Dufa El-Xerbiyê pêk tîne de, vê sibê jî 7 kesên Flistînê girtin. Di heman demê de dezgehên çapemeniyê kifiş kirin ku artêşa Îsraîlê li gelek eniyan êrîşên ezmanî pêk tîne.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Filistînê ragihand ku: "Artêşa Îsraîlê piştî ku mal û milkên welatiyan wêran kirin, 7 kesên Filistînî girtin."

Têkildarî mijarê dezgehên Îsraîlê gotin, ku artêşa Îsraîlê bi îdîyaya ku ev kes beşdarî çalakiyên li dijî artêşê bûne, girtine.

Di çarçoveyek din rojnameya Maarif El-Îsraîlîyê diyar kir   ku di van rojan de, çekên Îsraîlê yên ezmanî, li gelek eniyan oparasyonên giran pêk tîne. 

Têkildarî mijarê rojnameya Maarif El-Abriyê bibîrxist ku balafirên F-35"El-Îdir"cara yekemîn ku dikeve nava çekên ezmanî yên ku Îsraîlê bi kar tîne.

Rojnameyê wiha lê zêde kir, perwerdeyên giştî li gelek eniyên girêdayî Xeza, Sûrî û Lûbnanê nîşaneya şer e.

Heman rojnameyê got ku ev perwerdeyên ezmanî roja yekşema derbasbûyî hatine destpêkirin û dê îro bidawî bibin. 

Di vê derbarê de rojnameya Maarîf destnîşan kir ku aramanca van perwerdeyan pêşxistina amadekariyên hêzê dike, da ku li gelek eniyan şer bike. Vê yekê rê li pêşiya gelek sînaryoyan vedike.

(eh)


Mijarên Din