Artêşa Îsraîlê 8 filistînî destgîr kirin û gelek avahî wêran kirin

Vê sibehê artêşa Îsraîlê 8 filistînî di hemleyên serdegirtinên cuda li herêmên Dufa El-Xerbî de destgîr kirin. Li aliyekî dîtr jî treks û alavên leşkerî yên Îsraîlê avahiyên çandinî û niştecihî yên girêdayî filistiyên li Xelîlê rûxandin.

 Nûçegihanê me yê li Xezayê li ser zimanê çavkaniyên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê 8 filistînî piştî serdegirtina bi ser malan de û serweriya li ser milkiyetên taybet, destgîr kirin.

Çapemeniya Îsraîlê jî îdia kir ku artêşê kesên biguman ên li dijî artêşê çalakî pêk anîne, girtine û milkiyetên wan ên taybet desteser kirin. 

Çavkaniyên Filistînê ji nûçegihanê me re diyar kir ku artêşa Îsraîlê her tim milkiyetên taybet ku piranî pere ne, desteser dikin û nikaribin vegerînin.  Ji ber artêş îdia dike ew pere ji bo çalakiyên li dijî wan in û bi vê re jî da ku serweriya xwe li ser rewa bike.

Çavkaniyên Filistînê raber kir ku artêşa Îsraîlê hin alavên giran û treks vê sibehê bi xwe re anîn herêma Wad El-Xeros a Filistînê ya rojhilatê bajarê Xelîl ê li Dufa El-Xerbiye.

Çavkaniyan got artêşa Îsraîlê li herêmê çembera ewlehî û qedexekirina şêniyan a nêzbûn û têketinê pêk aniye. Alavên xwe wekî treks di rûxandina malên şêniyan û çandiniyê de bi bihaneya bêruxsetiyê bi kar anîn.

Girêdayî heman mijarê çavkaniyên destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê hewl dide bacan li filistîniyên ku nêzî kombûnên Îsraîlê dibin, ferz bike da ku neçarî hiştina zeviyên xwe yên çandiniyê û malan bike.

(fr)


Mijarên Din