Artêşa Îsraîlê 8 welatiyên Filistînê binçav kirin

Di pêngava serdegirtinên artêşa Îsaîlê yên li herêmên cuda ji Dufa El-Xerbiyê û di dema ku komîteya navdewletî ya Xaça Sor got Xezaya dorpêçkirî azara aloziya aborî dikişîne, vê sibê çend welatiyên Filistînê binçav kirin.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Filistînê got:"Artêşa Îsaîlê piştî ku girtin ser malên welatiyên, mal û milkên wan desteser kirin, 8 welatiyên Filistînê yên ji Dufa El-Xerbiyê binçav kirin."

Di vê derbarê çapemeniya Îsraîlê diyar kir, artêşê kesên beşdarî çalakiyên li dijî artêşê bûne, binçav kirine.

Ji aliyekî din ve jî, komîteya Navdewletî ya Xaça Sor diyar kir ku Xeza ji beriya 12 salan ve ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin, di heman demê de ji sala şerê Îsraîlê û Xezayê 2014`an de, êşa aloziya aborî dikişîne.

Berdevkê Xaça Sor Suhêr Zeqût  bi gera bi rojnamevanan re ku di nav de nûçegihanê ajansa me ANHA`yê jî hebû, li hejmarek ji projeyên aborî, mirovî û alîkariyan ku komîteya li Xezayê destekê dide wan, temaşe kir.

Zeqût wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li Xezayê, rewşa mirovî xerab bûye û di nava çend salan de kempaxtir bûye.”

Di vê der barê de, nûçegihanê me destnîşan kir ku rewşa aborî û mirovî ji dema Îsraîlê Xezayê dorpêç kir, xerab bûye.

Îsraîl, li Xezayê da ku raya giştî ya Filistînê bibe muxalif û dijatiya Tevgera Hemasê bikin, xwe dispêre rêbaza derxistina fîşara hundirîn.

(eh)

ANHA


Mijarên Din