Artêşa Îsraîlê 9 filistî girtin

Artêşa Îsraîlê vê sibê di pêngava serdegirtinê de li cihên cuda yên El- Dufa El- Xerbiyê 9 filistînî girtin. Li aliyekî dîtir jî serokê hikumeta Îsraîlê û wezîrê artêşê Benjamin Netanyahu gef li Hizbulah, Sûriye û komên Filistînê xwar.

Nûçegihanê me li ser zimanê çavkaniyên Filistînê wiha got: "Artêşa Îsraîlê 9 filistînî li El-Dufa El-Xerbiyê piştî serdegirtina malan, desteserkirina milkiyetên kesayetî û hejmarek pereyên wan, destgîr kirin."

Li rexê jî çapemeniya Îsraîlê ragihand ku artêş kesên tewanbar yên beşdarî çalakiyên li dijî artêşê bûne, girtine.

Her wiha jî, serokê hikumeta Îsraîlê û wezîrê artêşa Îsraîlê Benjamin Netanyahu şeva berê, li Hizbulah, Sûriyê û komên Filistînê gef xwar û wiha got: "Dijminên me li bakur û başur in. Li gel artêşa Îsraîlê hêza wêrankirin û hilweşandinên mezin heye. Hişyar bin û ne neceribînin (bi kar neynin)."

Li gor çampemeniya Îsralê ragihandiye ku gotinên Benjamin Netanyahu yên derbarê gefan de, di dema serdana wî ya perwerdeyên  leşkerî ku artêşa Îsraîlê di 2 rojên borî de pêk dianîn de hatin kirin.

(fr)


Mijarên Din