Artêşa Îsraîlê çembera ewlehî li ser deryaya Xezayê rakir

Vê sibehê (sêşem), artêşa Îsraîlê bi awayekî parçeyî çembera ewlehî ya giştî ya ku li dij deryaya Xezayê ferz kiriye, rakir. Her wiha hişt ku masîvanên Filistînê nêçîrê bikin.

Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê ji Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê hişt ku masîvanên Filistînê li deryayê Xezayê masiyan piştî qedexekirina çend rojan dom kiriye, bigrin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê me li ser zimanê masîvanan wiha da zanîn: "Îsraîlê vê sibehê agahî da ku ji nû ve deryayê Xezayê li pêş masîvanan hatiye vekirin ku xebat lê bi awayekî sînordarkirî bê kirin."

Nûçegihanê me bal kişand ser ku rakirinên parçeyî ya çembera ewlehî û dorpêçkirina deryayî di nava lihevkirinên agirbesta Xezayê û Îsraîlê de ya bi rêya navbeynkariya Misrê, Qeterê û navdewletî çêbûye, hat.

Li aliyekî dîtir jî, nûçegihanê me ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên Filistinê wiha got: "Artêşa Îsraîlê 9 filistînî li El-Dufa El-Xerbiyê piştî serdegirtina malan û talankirina mal û milkên wan ên kesayetî, binçav kirin.”

Li çapemeniya Îsraîlê ragihand ku artêşê kesên gumanbar ku di çalakiyên li dijî artêşa Îsraîlê beşdar bûne, binçav kirine.

Masîvanên Filistînê ji destpêka 2019’an ve azarên siyaseta girtina giştî û kêmkirina rûbera masîgirtinê dikşînin.

Artêşa Îsralî anî ziman  ku ferzkirina çemberê li ser deryayê Xezayê û girtina giştî ya peravan bi sedema berdana filistiyan a napoxên şewatê li zeviyên Îsraîlê, hat.

(fr)

ANHA


Mijarên Din