Artêşa Îsraîlê herêmeke leşkerî ya girtî ragihand

Artêşa Îsraîlê danê sibehê 12 filistînî di hemleyên serdegirtinê yên cuda de li herêmên Dufa El-Xerbiye girtin. Her wiha artêşê herêmeke leşkerî ya girtî bi navê “Xîlaf Xeza” ragihand.

Nûçegihanê me yê Xezayê li ser zimanê çavkaniyên Filistînê yên li Dufa El-Xerbiye ragihand ku artêşa Îsraîlê 12 filistînî di hemleyên serdegirtinên cuda yên li Dufa El-Xerbiye de girtin.

Çavkaniyan ji nûçegihanê me re eşkere kir ku artêşê mal û milkên taybet ên girtiyan û ji nav jî nirxên darayî hebûn, bi îdiaya ku çalakiyan li dijî artêşê pêk tînin, desteser kirin.

Di vê derbarê de artêşa Îsraîlê eşkere kir ku kesên gumanbar li gorî sîstema ewlehiyê ya Îsraîlê girtine.

Li aliyekî dîtir jî artêşa Îsraîlê danê nîvro yê îro herêma Xîlaf a Xezayê (herêmên Îsraîlê yên sînor ên nêzî Xezayê) herêmeke leşkerî ya girtî ragihand. Ew jî piştî vedîtina tunela êrîşkariyê ya komên Filistînê bû.

Li gorî wê, artêşê hemû çalakiyên sivîl ên nêzî wê herêmê pêk tên, qedexe kirin.

Girêdayî mijarê, artêşa Îsraîlê şeva berê diyar kir ku hêzên wan tuneleke nû  li herêma sînor a li başûrê Xezayê ku zeviyên Îsraîlê binpê dike, dît.

Di vê çarçoveyê de Kanala 13 a Îsraîlê bi bîr xist ku tuneleke nû bi rêya kolan û lêkirina dîwarê erdê yê li dijî tunelên li ser sînor, hate dîtin. Kanalê îşaret pê kir ku ev tunel a 18’emîn e ku li ser sînorê Xezayê ji dema şerê dawîn ê li dijî Xezyê di havîna 2014’an de tê dîtin.

Nûçegihanê me yê li Xezayê bal kişand ser ku komên Filistînê der barê ragihandina Îsraîlê ya tunela nû ya li Xezayê de tu daxuyanî nedan.

(fr)


Mijarên Din