Artêşa Îsraîlê li El-Dufa û El-Qudisê 34 filistinî binçav kirin

Vê sibehê artêşa Îsraîlê 34 filitînî di hemleyên serdegirtina berfireh a li herêmên cuda yên El-Dufa El-Xerbiyê û bajarê El-Qudisê de, binçav kirin.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Filitînê ragihand: "Piştî serdegirtina malan û talakirina milkiyetên taybet, 22 filistînî li El-Dufa û 12 jî li El-Qudisê hatin binçavkirin."

Çapemeniya Îsraîlê der barê hemleyên serdegirtinê de wiha got: "Artêşê kesên bigûman ên ku beşdarî çalakiyên li dijî artêşê bûne, binçav kirin."

Çavkaniyên Filistînê ji nûçegihanê me ANHA’yê re destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê bûye çend roj in hemleyên kifşkirin, serdegirtina berfireh a malan ji ber xwepêşandanên li bajarokê Îsawiyê yên li naverasta bajarê El-Qudisê di navbera ciwanên Filistînê û artêşa Îsraîlê de li dar ketine, pêk tîne.

Di encama van xwepêşandanan de ciwanekî Filistînê (20) hat kuştin û zêdetirî 100 jî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din