Artêşa Îsraîlê li Qudsê filistîniyek kuşt

Vê sibehê artêşa Îsraîlê filistîniyek kuşt û 12 jî di hemleya serdegirtina malan de li herêmên cuda yên bajarê Qudsê desteser kirin. Her wiha tevgera Hemasê, gefa vegera bilindkirina çalakiyan xwar, eger hikumeta Îsraîlê bendên agirbestê pêk neyne.

Çavkaniyên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê ciwanekî 20 salî kuşt û 12 kes jî piştî mal û milkên wan talan kirin, girtin.

Rojnameya Maariv a Îsraîlê bi bîr xist ku tevgera Hemasê xwesteka Îsraîlê ya derengxistina pêkanîna peymanên dawîn ên ku bi navbeynkariya Misrê gihaştine hev, heta piştî hilbijartinên Îsraîlê, red kir.

Di rojnameyê de hate gotin ku tevgera Hemasê gefa bilindkirina şer li Xezayê xwar, heke Îsraîl pêkanîna van peymanan dereng bihêle yan bersiva xwestekan nede. Her wiha şandeyê ewlehiyê yê Misrê dê helwesta agahiya dawîn a Îsraîlê di çend rojên pêş de ji Hemasê re ragihîne. Li ser wê dê binketin an serketina nîqaşan diyarker be.

Serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu di demeke berê de gef li Hemasê xwaribû ku dê ne dudil be der barê hemleya leşkerî ya li ser Xezayê de ku roket bên avêtin an jî tevlihevî li ser sînor dîsa çêbe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din