Artêşa Îsraîlê Xeza bombebaran kir

Vê sibê artêşa Îsraîlê bersiv da 5 moşekên ku komên Filistînê ber bi bajarok û nuqteyên Îsraîlê yên nêzî Xezayê ve avêtin û nuqteyên komên Filistînê û zeviyên çandiniyê kirin armanc.

Nûçegihanê ajansa me ji Xezayê ragihand ku topavêj û balafirên artêşa Îsraîlê li ser sînorê rojhilatê Xezayê nuqteyên cuda kirin armanc, lê tu zirar çênebûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku topbaran û bombebaran di encama bersivdayîna her pênc moşekên ku komên Filistînê ber bi bajarokên Îsraîlê ve avêtin, pêk hat.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Filistînê, got:"Avêtina topên ji Xezayê bersiva kuştina duh a artêşa Îsraîlê ji 2 zarokan re û birîndarkirina zêdetirî 70 kesan di xwepêşandanên şikandina ambargoyê de pêk hatiye."

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê got: "Hêzên Îsraîlê bersiva moşekên ji Xezayê hatin avêtin, da û nuqteyên komên Filistînê yên li Xezayê kirin armanc."

Komên Filistînê yên li Xezayê soza bersivdayîna Îsraîlê ku êrîşî xwepêşandinan kiribû, da.

(eh)


Mijarên Din