Artêşa Îsraîlê zêdetirî 100 mal hilweşandin

Artêşa Îsraîlê vê sibe zêdetirî 100 avahiyên filistîniyan li taxa Wadî Himis hilweşandin û malbatên têde qewitandin. Di heman demê de, bajaroka Filistiniyê “Sor Bahir “ ê girêdayî bajarê Qudisê wekî herêmeke leşkerî ragihandl.

Çavkaniyan got artêşa Îsraîlê ji bo ku avahiyan hilweşîne, bi darê zorê 16 avahî ku ji 100 xaniyan pêk dihatin, ji şêniyan vala kirin.

Têkildarî mijarê çapemeniya Îsraîlê jî îdia kir ku hilweşandina malan û derxistina xwediyan, piştî dadgeha bilind a Îsraîlê fermana hilweşandina malên taxê daye, pêk hatiye, ev jî ji ber li ser ewlehiya komên Îsraîlê metirsiyekê çêdike.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku taxa Wadî El-Himis li gorî Hevpeymana Aştiyê ya Osloyê tê naskirin, herêmeke Filistînê ye û di bin serweriya Filistînê de ye.

Di vê derbarê de hikumeta Filistînê kiryarên hilweşandinê wek proseya qirkirina etnîk binav kir.

Piştî şêniyan ji bo rawestandina hilweşandinê daxwazname pêşkêş kirin, wezîrê ewlehiya hundirîn Cilat Erdan tekez kir ku prose dê heta hemû malên li taxê hilweşînin, berdewam be. Her wiha diyar kir ku 300 polîs û 200 leşker beşdarî vê proseyê bûne.

Berdevkê hikumeta Filistînê Îbrahîm Milhim got hilweşandina malan armanca qutkirina Qudsê ji parêzgeha Beytlehîm dike, her wiha prose wekî tehrîkkirina hestên mirovahiyê wesif kir, lewma divê yekser destwerdaneke navdewletî çêbe û êrîşên Îsraîlê yên ku serweriya xakê û veguhastina demografiyê dike armanc, werin rawestandin.

Her wiha tevgera Hemasê jî got: "Ev sûcdarî û zêdekirina sûcdariyên der heqê Qudsê de, ji encamên piştgiriya Amerîkayê ya ji reftarê dagirkeriya nijadperestî re ye û piştî xebata Behreynê ya ku me hişyarî dayî yê."

Her wiha got yekane vebijêrk serhildana giştî ye ku dikare vê siyasetê têk bibe.

Têkildarî bûyera hilweşandinê Tevgera Îslamî jî got, ev yekser encamên hevpeymana Trump û hewldanên bi dagirkeriyê ne. Her wiha tekez kir ku bêdengiya siyaseta erebî dê li hemberî dijmin û faşîzma Filsitînê çareseriyê nebîne.

(eh)


Mijarên Din