​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker carek din gundewarê Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê yên ku di bargeha Tirkiyê de li gundê Ereb Hesen ê biçûk bi cih bûne, gundê Ereb Hesen ê mezin ê bakurê Minbicê topbaran dikin.

Buroya Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê  ragihand, leşkerên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê ji bargeha Tirkiyê ya  li gundê Ereb Hesen ê biçûk, gundê Ereb Hesen ê mezin ê bakurê Minbicê topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên 30`ê Adarê derbasbûyî  heman gund dabû ber topban. Di encamê de zaroka bi navê  Yasmîn Hisên El-Hecî (5) şehîd bû û dayika wê Emîna Îbrahîm û bavê wê Hisên Ebd El-Hecî birîndar bûn.

Topbaran heya niha berdewam e.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din