Artêşa Tirk a dagirker careke din li sivîlên Reqayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker, bi zanabûn karwana sivîlên ku ji bajarê Reqayê ji bo piştevaniya Girê Spî ketibûn rê, topbaran kir. Li gor agahiyên destpêkê gelek birîndariyan hene.

Artêşa Tirk a dagirker bi topbarana xwe ya li dirêjahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafir û topavêjên giran, mirov û keviran dike hedef. Di vê çaçoveyê de nûçegihanan ji bajarê Reqayê gotin, artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn karawana sivîlên ji şêniyên bajarê Reqayê ku berê xwe didan Girê Spî da ku piştevaniya şêniyan li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker bikin, kir hedef.

Li gor agahiyên ku bi dest ketine, gelek birîndarî hene û tê pêşbînkirina ku qurbanî jî hene.

Artêşa Tirk a dagirker sivîlan dike hedef, da ku neçar bibin ji bajarên xwe bi derkevin ku dagirkirin hêsantir bibe û alîgirên xwe tê de bi cih bike. Tevî bi hezaran şêniyên Tebqa û Minbicê di bajarê Girê Spî de hene, artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî topbaran dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din