Artêşa Tirk a dagirker gundê Eyn Dîwarê bi dijwarî topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Eyn Dîwarê yê girêdayî herêma Dêrikê topbaran dike.

Topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike, di vê çarçoveyê de, artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obîsan gundê Eyn Dîwarê yê li ser qeraxa Çemê Dijle ya girêdayî Dêrikê topbaran dike.

Şervanên QSD`ê duh di encama bersivadayîna parastina rewa de, ji gundê Eyn Dîwarê tangekeke artêşa Tirk a dagirker rûxand  û du leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din