Artêşa Tirk a dagirker li Ezazê zarokek kuşt û hejmarek xwepêşandêran birîndar kirin

Çavkaniyekî ji herêmên dagirkirî ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker duh bi şev gule li xwepêşandêrên li bajarê Ezazê reşandin, di encamê de zarokek hate kuştin û hejmareke xwepêşandêr birîndar bûn.

Duh bi şev niştecihên herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê ji Carablusê bigire û heta Idlibê daketin qadan. Xwepêşandêran nêzîkbûneke muhtemel a dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê şermezar kir. Her wiha ala Tirkiyê şewitandin û sloganên banga derketina artêşa Tirk ji herêmê dikin, berz kirin.

Çavkaniyekî ji bajarê Ezazê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li xwepêşandêran reşandin, di encamê de zarokek hate kuştin û hin xwepêşandêrên din birîndar bûn.

Hêrsa gel li herêmên dagirkirî berdewam e û bang tê kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk îro xwepêşandanên girseyî bên lidarxistin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din