​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker li gundewarê Girê Spî sivîlek revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarê Girê Spî piştî hedefgirtina erebeya sivîlekî, sivîl tevî ku birîndar bû revandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser rêya di navbera Girê Spî û gundê Avdeko de erebeyek sivîlan kirin hedef.  Di encamê de xwediyê erebeyê birîndar bû.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlê birîndar tevî erebeya wî ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din