​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker nahêle cotkar zeviyên xwe biçînin

Hevserokê Rêveberiya Çandinî û Sewalvaniyê ya kantona Qamişlo Ehmed Silêman eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker nehişt cotkar di mewisma îsal de zeviyên xwe bi rûberên zêdetirî 200 hezar donim biçînin. Cotkarê bi navê Mihemed Hisên ji ber ku zeviyên wî li ser sînorên di navbera bakur û rojava de nikarî rûbera bi 5 hezar donim ji zeviyên xwe biçîne.

Çandinî ji rûyên herî girîng a aboriya herêmê ye. Wek jêdera sereke ya quta şêniyên herêmê tê hesibandin. Genim û ceh ji hilerînên bingehên ên ku şênî li herêmê diçînin. Dewleta Tirk a ku genim û tov ji depoyên Serêkaniyê û Girê Spî talan kirine, îro dijberî quta jiyana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Bi armanca ku aboriya herêmê têk bibe û ewlehiya xwarinê ya gelê herêmê dike xeteriyê.

‘MIN 5 HEZAR DONIM JI ZEVIYÊN XWE YÊN LI SER SÎNOR NEÇANDIN’

Dûrî çend meteriyan ji sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de cotkarê bi navê Mihemed Seîd Hisên (38) ê ji gundê Xirab Kort li rojavayê bajarê Qamişloyê tiraktora xwe sererast dike û xuyaye ku îsal wê nikaribe bi kar bîne ji ber ku wî hêviyia xwe di çandina zeviyên xwe de yên nêzî sînor qut kiriye. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker her kesê ku nêzî zeviyên xwe li ser sînor dibe dike hedef.

‘DAGIRKERÎ BI TEVAHIYA RÊBAZAN ME DIKE HEDEF’

Derbarê mijarê cotkarê bi nave Mihemed Seîd got: "Vê salê me nikarî zeviyên xwe yên li ser sînor biçînin. Zeviyên min bi rûberên 5 hezar donim hene. Lê artêşa Tirk a dagirker nahêle em zeviyên xwe biçînin. Sekvanên artêşa Tirk a dagirker gule li me dibarînin."

Hisên bal kişand ser ku beriya demekê berê xwe da zeviyên xwe, lê leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li wî dibarînin û wiha domand: "Nahêlin em zeviyên xwe li herêma di navbera gundê me û heta gundê Talik de li rojhilat biçînin."

Hisên wiha domand: "Em zeviyên xwe diçînin ji bo ku quta jiyana zarokên xwe peyda bikin. Ji bilî çandiniyê em karekî din nakin. Artêşa Tirk a dagirker hewl dide bi tevahiya rêbazan me bike hedef."

ŞIVANEK… EM DITIRSIN NÊZÎ SÎNOR BIBIN

Şêniyên gundê Xirab Kort rojane ji hêla sekvanên artêşa Tirk a dagirker ve têne guleberandin. Ji ber wê şênî nikarin bi rehetî tev bigerin. Her şivanek yan jî cotkarek nêzî sînor dibe wê rastî guleyên Tirkiyê were. Şivanek temenemezin ji şêniyên gund got: "Em ditirsin nêzî sînor bibin. "

TIRKIYE Û ÇETEYÊN WÊ GENIM, PEMBO, TOV Û SEMAND TALAN KIR

Hevserokê Rêveberiya Çandinî û Sewalvaniyê ya kantona Qamişlo Ehmed Silêman got: "Li gorî plansaziya çandiniyê ya 2019-2020`an me tovên nerm, hişk û semadê xwezayî û yorya li cotkaran belav kir. Tevî ku em ê sotemenî li gorî rûbera zeviyên ku têne çandin bi awayê beşan belav bikin."

Silêman ev tişt diyar kirin: "Çeteyan depoyên Girê Spî û Serêkaniyê tevî tov, semad û pembo talankirin.  Cotkarên zeviyên wan nêzî sînor nikarin zeviyên xwe biçînin ji ber ku dewleta Tirk êrişî wan dike û gule li ewan dibarîne. Zêdetirî 200 hezar donim zevî ji ber êrişên Tirkiyê nehatine çandin."

Li gorî daxuyaniya Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûiyê di demek berê de belav kiribû, zeviyên çandiniyê yên ku hatine dagirkirin, miqdara pêdiviyên çandiniyê yên ku artêşa Tirk a dagirker ji depoyan talan kirine wiha ne:

Rûberên çandiniyê yên herêmên Girê Spî 4 milyon û 750 hezar donim û Serêkaniyê milyonek û 440 hezar donim in.

Miqdara genim di depoyên Girê Spî de 42 hezar û 700 ton, Serêkaniyê 2 hezar û 300 ton, miqdara ceh di depoyên her du herêman de Serêkaniyê û Girê Spî 33 hezar ton. Miqdara pemboya ku ji depoyên El-Sefih hatine talankirin 2 hezar û 600 ton e. miqdara semad li Serêkaniyê û Girê Spê 3 hezar û 200 ton e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din