Artêşa Tirk a dagirker navçeya Til Rifat topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifat a girêdayî kantona Şehbayê bi awayekî dijwar topbaran dike.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirkr û çeteyên wê ji saetê 07:20`an de navçeya Til Rifat a girêdayî kantona Şehbayê topbaran dike.

Nûçegihanê me diyar kir ku topbaran ji gundê Kefer Xaşir û bajarê Ezazê tê kirin.

Her wiha nûçegihanê me destnîşan kir ku heta niha zêdeyî 20 top li navenda navçeyê ketine û topbaran heta niha didome.

Hêjayaî bi bîr xistinê ye ku li navçeya Til Rifat zêdeyî 25 hezar sivîl, dijîn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din