​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker êrişî gundewarê Til Temirê dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din êrişî gundên li gundewarê rojavayê navçeya Til Temirê yê tijî şênî dike. Topbaran gihaşt gundê Tawîle.

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Tawîle yê gundewarê rojavayê navçeya Til Temirê yê kantona Hesekê, nêzî rêya M4 topbaran dike.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji gundê Erîşe yê dagirkirî bi çekên giran êrişî gundê Tawîle yê tijî şênî dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din