​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker welatiyek ji Girê Spî revand

Li gorî çavkaniyan ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî, leşkerên artêşa Tirk a dagirker beriya du rojan şêniyekî Kurd revand, ji ber ku dijberî sûcên çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî derketiye.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker roja înê ya borî, welatiyê bi navê Ednan Ehmed Reşîd (30) ji taxeke bajarê Girê Spî revand.

Çavkaniyên ji Girê Spî ku nexwestên navên xwe eşkere bikin, Efnan Ehmed Reşîd piştî ku komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi talankirin û pêkanîna sûcên şer tawanbar kirine, hate revandin.

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî li hemberî sûcên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gelek xwepêşendan li dar ketin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din