Artêşa Tirk a dagirker zarokek şehîd kir û 3 kes birîndar kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Teneb û Bînê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran dikin. Di encamê de zarokek 13 salî şehîd bû û 3 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, du saetin  ji bajarê Ezaz û gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê gundên Bînê  û Teneb ên navçeya Şêrawayê topbaran dikin.

Hate gotin ku zêdeyî 30 top avêtine her du gundan.

Di topbarana li dijî gundê Tenebê de zarokeke 13 salî şehîd bû û 3 sivîlên din jî birîndar bûn. Heman demê de mala şêniyekî jî şewitî.

Birîndar rakirin nexweşxana Zehra a gundewarên Helebê.

Topbaran berdewam e.

ANHA


Mijarên Din