​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 30 top avêtin gundewarên Eyn Îsayê

QSD`ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh ji baregehên xwe yên li eniyên şer zêdetirî 30 top avêtine gundewarên Eyn Îsayê.

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya demokratîk (QSD`) artêşa Tirk û çeteyên wê duh bi zêdetirî 30 topan ji baregehên xwe yên nêzî eniyên şer, gundên Um Beramîl, Mexlet, Hîşê, Hiwêce û rêya M4 yên li rojhilatê bajarokê Eyn Îsayê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de ziyan gihaşt mal û milkên welatiyan. Di heman demê de kehrebe li ser gundê Hîşê qut bû.

(eh)


Mijarên Din