​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirkir rojavayê gundewarê Eyn Îsayê topbara kir

Artêşa Tirk a dagirker rojavayê gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir. Balafirên şer ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li asîmana navçeya Eyn Îsayê difirin. Li rojhilatê Eyn Îsayê şewat çêbûn ji ber wê rêya M4 qut bû.

Li gel firîna balafirên şer li asîmana Eyn Îsayê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Hoşan û Xaldiye li gundewarê rojavayê Eyn Îsayê topbaran kirin. Di encamê de şewat di nav zeviyên her du gundan de derket û rêya M4 qut bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din