Artêşa Tirk agir bi zeviyên şêniyên Dirbêsiyê xist

Artêşa Tirk a dagirker agir bi zeviyên şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê xist. Şênî û tîmên agirkujiyê hewl didin agirê ku heta niha 130 donim şewitandiye, vemirînin.

Îro saet di 12:00`an de agir bi zeviyên li ser sînorê Tirkiyê yên nêzî depoyên genim ên navçeya Dirbêsiyê ket. Agir ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hat pêxistin û ji ber wê 130 donim ji zeviyên genim û ceh ên malbata Muxtar şewitî.

Şênî û tîmên agirkujiyê berê xwe da cihê bûyerê da ku agir vemirînin. Heta niha agir pê ketiye û tîmên agirkujiyê hewl didin vemirînin.

Ajansa me dîmenek ku ji aliyê kamereya çavdêriyê hatiye kişand bi dest xist. Di dîmen de diyar dibe ku çawa leşkerên Tirk li nêzî dîwarê ku di navbera Bakurê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê de hatiye lêkirin, agir bê dixin.

Hêjayî gotinê ye ku bi hezaran hektar ji genim û ceh ji ber şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin şewitandin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din