Artêşa Tirk Akrê bombebaran kir, pêşmergeyek şehîd bû

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker navçeya Akrê ya girêdayî bajarê Dihokê bombebaran kir. Di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û yek ji birîndar bû.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa Rojnewsê re diyar kir  ku şevê din balafirên şer ên dewleta Tirk çiyayên herêma Zêbar a Akrê ya ser bi Dihokê ve bombebaran kirin. Di bombebaranê de pêşmergeyê bi navê Seîd Hebîb Siranî yê ji gundê Dûdî yê bajaroka Dînartê şehîd bû û pêşmergeyê bi navê Nizar Hacî Şeban jî bi giranî birîndar bû.

Welatiyên herêmê heta saet 04.00’ê sibehê li cenazeyê pêşmergeyê şehîd geriyan. Di encama gera welatiyan de cenazeyê pêşmergeyê şehîd hate dîtin û pêşmergeyê birîndar jî ku rewşa wî giran e, hate dîtin. Li gorî agahiyan cenazeyê pêşmergeyê şehîd, di van saetan de dê were oxirkirin.

11 welatiyan ji ber êrişa balafirên artêşa Tirk xwe veşartibû û aqûbeta wan nediyar bû. Duh bi şev ji wan 11 welatiyan 9 kesan xwe di şikeftekê de veşartibûn û hatin dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku rojane balafirên artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dikin. Di encama bombebaranan de heya niha bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne. Heya niha li ser bombebaranên artêşa Tirk, hikumeta Herêma Kurdistanê tu helwesteke cidî nîşan nedaye.


Mijarên Din