Artêşa Tirk amadekariya êrişên nû dike

Liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didome. Artêşa dagirker hewl dide çeteyên xwe û çekên giran di navbera Serêkaniyê, Til Temir û xeta navçeya Zirganê de bi cih bike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra, hewl didin dagirkeriya xwe berfireh bikin û di vê çarçoveyê de amadekariyên êrişên nû dikin.

Liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piranî li aliyê gundê Ingel El-Hawa yê di navbera Til Temir û Zirganê de zêde dibe, her wiha li aliyê gundê Mehmûdiyê yê girêdayî navçeya Til Temirê.

Her wiha ji vê sibê ve balafirên keşfê yên dewleta Tirk bê navber li ser herêmê digerin.

ANHA


Mijarên Din