Artêşa Tirk Biradostê bombebaran kirin

Helîkopterên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Çiya Dêl a herêma Biradostê bombebaran kirin.

Li gorî Rojnewsê di saet 20:45'an de helîkopterên şer ên artêşa Tirk devera Çiya Dêl a li herêma Biradostê bombebaran kirin.

Nûçeyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmê girtine di encama bombebaranê de agir bi eraziyê deverê ketiye.

Li gorî heman çavkaniyan ji saet 21:30'an ve jî artêşa Tirk ketin û derketina wê deverê qedexekiriye, ji bona wê welatî nikarin agir vemirînin.

Hate ragihandin ku hîna helîkopterên artêşa Tirk bi ser asîmanê deverê re difirin.


Mijarên Din