Artêşa Tirk cara sêyemîn e li Biradostê heman gundî bombebaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundê Sîran ê li herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê cara sêyemîn topbaran kir.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de li herêma Biradost gundê Sîran ê girêdayî bajarokê Sîdekan a Hewlêrê topbaran dike.

Der barê topbaranê de ku hîn dewam dike, zanyariyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk di nava 2 rojên dawî de cara sêyemîn e ku êrîşî gundê Sîran dike.


Mijarên Din