Artêşa Tirk careke din gundên Bradost bombebaran dike

Artêşa Tirk a dagirker, di van kêliyan de gundê Bêrkim bombebaran û gundê Xelîfan jî topbaran dike.

Di demeke ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, li Hewlêrê tevlî merasîma sundxwarinê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibe de, artêşa Tirk a dagirker jî, êrîşên xwe yên li ser herêma Bradsot didomîne.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê jiRojnews re ragihandine, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, di van kêliyan de gundê Bêrkim ê girêdayî bajaroka Sidekan a li herêma Bradost bombebaran dikin.

Artêşa dagirker, bi hemwextî gundê Xelîfan ê girêdayî Sidekan jî topbaran dike.

Êrîş berdewam dike.

Çavkanî: Rojnews


Mijarên Din