Artêşa Tirk çek û cebilxane dişîne Girê Spî

Çavkaniyên ji bajarê Girê Spî yê dagir kir ku artêşa Tirk a dagirker gelek çek û cebilxane ber bi navenda bajêr ve birin.

Çavkaniyan ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku di nava çend rojên dawîn de artêşa Tirk a dagirker tank, panzer û çekên giran, her wiha hejmareke çete û leşkeran derbasî Girê Spî yê dagirkirî kirin.

Çavkaniyan got hêzên ku derbas bûn, ji xaka Tirkiyê ber bi xetên eniyên rojavayê bajarê Girê Spî û başûrê wê ve çûn. Ew herêm yên nêzî rêya navdewletî M4 û navçeya Eyn Îsayê ne.

Dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê û Girê Spî, piştî êrişa ku 9`ê Cotmeha 2019`an dest pê kir û piştî vekişandina hêzên Amerîkayê ji herêmên sînor, dagir kirin.

(bx)

ANHA 


Mijarên Din