Artêşa Tirk û çete li Efrînê nahêlin cotkar berhemên xwe berhev bikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ku şêniyên gundên Şera û Şêrawa yên nêzî eniyên şer ji çavkaniyên wan ên debarê bê par bihêlin, wan ji berhevkirina zeytûnan, çandin û berhevkirina zeviyên wan bê par dihêlin. 3 hezar û 550 hektar bê çandinî mane û berhemên 149 hezar daran jî nehatine berhevkirin.

Herêmeke xaka şêniyên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî li ser xeta nêzî eniyên şer dirêj dibe. Ji ber ku gelek caran ji aliyê çeteyan ve tên hedefgirtin û nahêlin ku zeytûnên baxçeyên xwe berhev bikin û zeviyên xwe biçînin, ji bo wan metirsiyeke mezin e.

Li gorî Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Navçeya Şêrawa, 149 hezar dar li herêmê hene û ji wan 99 hezar yên zeytûnê û 50 hezar yên hinaran in. Her wiha 3 hezar û 550 hektar zeviyên çandiniyê ku berê bi çandiniyên stratejîk ên wekî genim û ceh lê dihatin çandin, hene. Ji ber hedefgirtina çeteyan, welatî nikarin biçin wir.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker kesên ku nêzî herêmê xwe dibin, gulebaran dike. Carinan bi fîşekan, carinan jî bi topbarankirina erdan û şewitandina zeviyên çandiniyê, her wiha bi rêya mayinan wan dike hedef.

Zêdetirî 4 sal e xelkê Şera û Şêrawa bi taybet xelkê gundên Zoq El Kebîr, Kelutiye, Burc El Qas, Soxankê, Bênê, Aqîbe û Teneb tu berhemek ji zevî û baxçeyên xwe wernegirtine.

Welatiyê bi navê Îsmaîl Ehmed ê ji gundê Bênê yê navçeya Şêrawa, ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, nikare berhemên xwe berhev bike û darên wî bê xwedî mane.

3 hezar darên Ehmed hebûn ku çeteyan ji sêyan duyê wan dagir kirine anku bi qasî 2 hezar dar. Tenê ji sêyan yek jê re maye. Çeteyên dagirkeriya Tirk nahêlin wê jî berhev bike.

Ehmed diyar kir ku komên çete rojane gundê Bênê topbaran dikin û zeviyên çandiniyê dikin hedef.

Ehmed diyar kir ku 4 sal e wan zeytûnên xwe berhev nekirine. Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku zêdetirî nîvê erdê wî yê çandiniyê dagirkirî ye û yê din jî nêzî eniyên şer e û ew nikare nêzîkî wê bibe.

Yehya Nebo koçberê ji gundê Basla yê dagirkirî yê navçeya Şêrawa û xwediyê 200 darên zeytûnan bû, ji ajansa me re axivî. Yehya diyar kir ku çete rê li ber berhevkirina zeytûnan digirin, wan dişewitînin û mayinan di nava wan de diçînin.

Yehya wiha domand: "Ev dar debar û rizqê me ne û em bi xêra wan dijîn, lê niha em zehmetiyan dikişînin, ji ber ku kiryarên çeteyan êdî rê li ber berhevkirina zeytûnên digire."

Li gorî amarên Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Navçeya Şêrawa, qadên çandiniyê yên ku şênî nikarin jê sûdê wernagirin, wiha ne:

 * Li gundê Zoq El Kebîra 3 hezar darên zeytûnan û 500 hektar qada çandiniyê.

 * Li Kelutiyê 2 hezar û 500 dar û 150 hektar.

 * Li Burc El Qas 25 hezar darên zeytûnan û 50 hezar darên hinarê û rûberek hezar hektar.

 * Gundê Soxankê 15 hezar darên zeytûnan û hezar û 200 hektar.

 * Li gundê Bênê hezar darên zeytûnan û 300 hektar erda çandiniyê.

 * Li Aqîbe 2 hezar û 500 dar û 100 hektar.

 * Li gundê Teneb 50 hezar darên zeytûnan û 300 hektar.

(hs)

ANHA


Mijarên Din