​​​​​​​Artêşa Tirk çeteyên Sûriyê ber bi Azerbeycanê ve dişîne

Çavkaniyên taybet ji hundirên bajarê herêma Idlibê ya dagirkirî diyar kirin ku dewleta Tirk çeteyên Sûriyê amade dike da ku wan bişîne Azerbeycanê.

Çavkaniyên taybet diyar kirin ku dewleta Tirk plan dike çeteyên Sûriyê û leşkerên Tirk derbasî şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de bike. Ji bo wê çeteyên Sûriyê ji gelek herêman li Idlibê amadekariyên xwe dikin da ku biçin Azerbeycanê.

Ev tevgera çeteyan piştî ragihandina wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar ku dewleta Tirk wê piştgiriya Azerbeycanê di şerê wê de li bi Ermenistanê re bike, hat. Li aliyekî din wezaretê piştrast kir ku serbaz û leşkerên Tirk gihaştin Azerbeycanê.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku bi dehan çeteyên Sûriyê li beramberî 5 hezar dolarî dê piştî Cejna Qurbanê Tirkiyê bibin û ji wir dê biçin Azerbeycanê.

Azerbeycanê û Ermenistan ji salên notî ve, ji bo serweriya Çiyayê Qere Bax ê di navbera her du dewletan de nakok in. Hinek caran jî li herêmên temasê yên din, asta şer dijwar dibin. Di hefteya derbasbûyî, di encama şerê di navbera her du dewletan de, 2 leşkerên Azerbeycanê hatin kuştin û 5 din jî birînda bûn. Her wiha leşkerek Ermenistanê jî hate kuştin.

Çavkaniyan û dazgehên çapemeniyê bi bîr xistin ku hejmara çeteyên Sûriyê yên ku dewleta Tirk şandine Lîbyayê 15 hezar çeteyî derbas kiriye. Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) ji wan 500 çete hatin kuştin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din