Artêşa Tirk û çeteyên wê careke din depoyên Şegirakê dagir kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din depoyên genim ên Şegirakê ya girêdayî kantona Girê Spî dagir kirin.

Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku duh ji depoyên genim ên Şegirakê vekişiyan, îro careke din dagir kirin.

Li gorî hevpeymana di navbera artêşa Tirk a dagirker û Rûsya de, depoyên Şegirakê wê radestî hêzên Rûsya û hêzên rejîmê bihate kirin.

Li gorî agahiyan, çeteyên artêşa Tirk a dagirker noqteyên xwe li nêzî rêya navneteweyî M4 çêdike.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din