Artêşa Tirk û çeteyên wê careke din dexl û danên xelkê Til Temirê şewitandin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" zeviyên çandiniyê yên gundewarê navçeya Til Temirê dan ber agir.

Hêzên dagirker li gundên Rîhaniyê  û Qasimiyê yên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê û gundê Um El-Kêf ê rojavayê bajêr ê li ser rêya Serêkaniyê zeviyên çandiniyê şewitandin.

Şewata ku beriya 30 deqeyan derketî hîna didome. Şênî û tîmên agirkujiyê nikarin şewatê vemirînin, ji ber ku ji aliyê dagirkeran ve têne hedefgirtin.

Ji ber pêla hawayê şewat belav dibe. Şêniyên gundên li bermaberî xetên temasê di metirsiyê de ne ku şewat bighêje zeviyên wan.

ANHA


Mijarên Din