Artêşa Tirk û çeteyên wê careke din gundên Şera topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, careke din gundên Malikiya û Merenazê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê ji saetên sibê ve topbaran dikin.

Îro careke din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên Efrînê yên dagirkirî, gundên Malikiya û Merenazê bi çekên giran topbaran dikin.

Nûçegihanên me ji herêmên ragihandin ku topbaran ji vê sibê de destpê kiriye û heta niha zêdetirî  30 top ketiye. Topbaran dewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk û çeteyên wê duh gundên navborî û navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kirin û di encamê de 5 sivîl birîndar bûn.

(kc)

ANHA


Mijarên Din