Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê sûcên nû pêk tînin

Li kantona Efrînê ya dagirkirî artêşa Tirk û çeteyên wê hîn jî sivîlan direvînin û li navçeya Mabata û Cindirêsê sûcên revandinê pêk tîne.

Çavkaniyan ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê piştrast kir ku çeteyên polîsên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 16`ê Îlonê 3 welatiyên ji gundê Kobakiyê revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Edhem Hemo, Mihmed Resûl Mistefa û Basil Abdulrehman Mistefa.

Li heman navçeyê çavkaniyekê ji gundê Birîmca da zanîn ku çeteyên polîsên leşkerî 15`ê Îlonê 5 welatî revandin û navên wan jî wiha ne: Faîq Sebrî Mûsa, Mihmed Henan Mûsa, Welîd Mistefa Mûsa, Xelîl Mihmed Osman û Mistefa Mihmed Seydo.

Li gorî heman çavkaniyan malbatên kesên hatine revandin ji bo serbestberdana xizmên xwe fîdye dane.

Her wiha çeteyên artêşa Tirk 13`ê Îlonê Cemîl Hemo (55) û kurê wî Dilgeş Hemo (28)  ji navenda navçeya Cindirêsê revandin. Ew bi xwe ji gundê Çobana yê navçeya Cindirêsê ne û li navçeya Cindirêsê dimînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din