​​​​​​​Artêşa Tirk û çeteyên wê li gunekî Minbicê jinek birîndar kir

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Ewn Dadat ê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê de jinek birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat ê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama topbaranê de jinek di dest û lingê xwe de birîndar bû. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jina birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Minbicê.

Topbaran berdewam e.

ANHA


Mijarên Din